Li Diyarbekirê nexweşên koronayê zêde bûn

Dinya sar bû û bi hewaya sar vîrûs zûtir belav dibe

Li Diyarbekirê nexweşên koronayê zêde bûn

Ji ber vîrûsa koronayê heta niha 10 hezar û 972 welatiyî jiyana xwe ji dest da. Niha zivistan hat û dinya jî sar bû. Ji bo em canê xwe û jiyana eqrebayên xwe nexin talûkeyê divê em di zivistanê de tevdîran bişidînin. Lewra vîrûs ji hewaya sar hez dike û hejmara nexweşan her ku diçe zêde dibe.

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca her êvar rêjeyên koronayê diyar dike.

Tablo nîşan didin ku hejmara nexweş û miriyan dîsa zêde dibe.

Vîrûsa koronayê mîna agirê sor li dinyayê belav dibe. Ji ber vê musîbetê bi hezaran kesî canê xwe ji dest da.

Şewba koronayê li herêmê ev demeke kêm dibû, lê bi hewaya sar re vîrûs ji nû ve serî hildide.

Nexweşxaneyên herêmê car din tijî bûn. Xebatkarên Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Diyarbekrê jî li dijî koronayê têkoşîneke mezin didin.

Alîkarê Serdixtor Dr.Yanal Karakoç der heqê nexweşiya koronaye de welatiyan hişyar kir.

Nexweşên ku li malê tedawî dibin mixabin dermanên xwe delal venaxwin û ev jî dibe sedema zatûreyê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE