Li Elazığê tevdîrên ji bo koronayê

Di çarçoveya tevdîran de Polîklînîka Lezgîn a Pandemiyê dest bi xizmetê kir

Li Elazığê tevdîrên ji bo koronayê

Li dijî nexweşiya koronayê li seranserê welêt tevdîrên gelek girîng tên girtin. Di vê çarçoveyê de li Elazığê jî ji bo nexweşên ku gumana koronayê heye, li Nexweşxaneya Zanîngeha Feratê beşa lezîgîn a pandemiyê hat vekirin.

Li dijî nexweşiya koronavîrûsê li seranserê welêt tevdîr tên girtin.

Li Elazığê jî di vê çarçoveyê de tevdîrek hat girtin.

Ji bo tedawiya kesên ku guman heye bi nexweşiya koronayê ketine, li Nexweşxaneya Zanîngeha Elazığê  beşeke taybet hat vekirin.

Rektorê Zanîngeha Firatê prof. Dr. Kutbeddin Demirdağ: “Di çarçoveya tevdîrên li dijî koronavîrûsê de Nexweşxaneya me jî gav bi gav hin tevdîr girtin. Yek ji wan tevdîran jî vekirina beşeke wisa ye.”

Di beşa lezgîn de, zêdetirîn kesên ku dikuxin, laşê wan zêde germ e û bêhna wan diçike ji bo tedawiyê tên razandin.

Rektorê Zanîngeha Feratê Prof. Dr. Kutbeddin Demirdağ got: “heta niha li bajarê me korona nehatiye tespîtkirin, vekirina vê beşê tenê ji bo tevdîrê ye."

Rektor Demirdağ: “Heta niha ji bo kontrolê hin kes hatin, lêbelê bi wan re vîrûs nehat tespîtkirin. Kesên bi vî wayî car caran tên vir.”

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE