Li Enqereyê ji ber lehiyê kesek mir, kesek winda ye

Li Enqereyê ji ber lehiyê kesek mir, kesek winda ye

Li Enqereyê ji ber lehiyê kesek mir, kesek winda yeLi Enqereyê ji ber lehiya ku piştî taviyê rabû Busenur Doganaya li Keçîorenî dijî mir, xebatên ji bo kesekî winda jî didomin. 

Waliyê Enqereyê Wasîp Şahîn piştî taviyê li Taxa Încîrliyê ya Keçîorenê daxuyanî dan rojnamevanan. 

Şahîn diyar kir ku ji ber lehiya nişka va kesekî nekarî ji mala xwe derkeve û mir û got ku "Kêliyek berî niha noqava cenaze derxistin. Înşeallah dozgerî dê otopsî û lêkolînên hewce bike."

Şahîn diyar kir ku li tevahiya welêt ji nişka va şilî dibare ê got digel hemû hişyariyan û li her derê her dem digel ku welatî jî çi ji destê wan tê dikin nikarin berî hin tiştan bigirin. 

Şahîn axaftina xwe wiha berdewam kir: 

"Welatiyekî me ji ber ku di bodrumê da bû avê xanî dagirtiye û ew mixabin ku li wir mir. Xwedê bi rehma xwe şa bike."

Derket holê ku kesê di lehiyê da miriye Busenur Doganay e. 

- Wezîrê Tenduristiyê Koca ragihand ku kesek winda ye

Ji hêla din va Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ji ser Twîtterê daxuyaniya "Li Enqereyê li Keçîorenê dora saet 17.00ê piştî barana gur lehî rabû û di maleke ku bin avê ma da kesek mir. Xebatên ji bo lêgerîna kesekî winda didomin. Serê me sax be."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE