Li Ercişê Nexweşxaneya Diranan tê çêkirin

Li Navenda Tenduristiya Diranan a 5 qatî wê 30 beş hebin.

Li Ercişê Nexweşxaneya Diranan tê çêkirin

Kar û xebatên ji bo herêmê didomin. Li Ercişê, Navenda Tenduristiya Diranan a 30 beş û 5 qatî tê avakirin.

Nexweşxaneya dewletê ya berê hat hilweşandin. Lewra avahî gelekî kevn bûbû.

Li şûna wê Navenda Tenduristiya Diranan a 30 beş û 5 qatî dê bê avakirin.

Li Ercişa Vanê xebatên binesazî û avakirinê bênavber dewam dikin.

Parlamenterê Vanê yê AK Partiyê Abdulahat Arvas çû Ercişê û xebat di cih de kontrol kirin.

Arvasê parlamenter ji xeynî înşeata nexweşxaneyê, xebatên çêkirina riyan jî kontrol kirin.

Wekîl bi zarokan re jî eleqedar bû û diyarî dan wan.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE