Li Hakkariyê ajokara jin a ambulansan a ewil

Ji karê xwe gelek hez dike û bi serbilindiyê dişixule

Li Hakkariyê ajokara jin a ambulansan a ewil

3 meh berê tayîna wê derket colemêrgê û li bajêr bû ajokara ewil a ambulansê. zeynep sariya 24 salî ji karê xwe gelek hez dike û ji elaqeya welatiyan jî gelek memnun e.

Heke pêşiya jinan neyê girtin jin xwe di her warê jiyanê de bi pêş dixin, bi serkeftinên xwe deng vedidin.

Zeynep Sariya 24 salî jî mînaka vê ya herî baş e. Li Colemêrgê ajokariya ambulansê dike. Li bajêr ajokara jin a ambulansê ya ewil e.

Hinek dibêjin nikare bike lê ew guh nade û serbilind e.

“Min li memlaketê xwe Siwasê dest bi wezîfeyê kir û pişt re min tayîna xwe xwest Colemêrgê… Karê min pir ne zehmet e. Heke pirsgirêk hebin jî ez bi saya personelên me yên din û îmkanên dewletê çareser dikim.. Wextê dibînin ez jinek im, li çepikan didin. Heke tişteke lezgîn hebe jî rê didin min. Ez ji elaqeya wan gelek memnûn im. Bi karê xwe serbilind im..”

Ajokara jêhatî guh nade çiya û baniyan; tevî sir û berfa herêmê hewl dide ku personelên tenduristiyê bigihîne nexweşan.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE