Li hemberî vîrûsê ya herî girîng aşîbûn e

Li gorî lêkolînan rêjeya antîkoran ya kesên tam aşîbûyî 2 qat û nîv zêde ye 

Li hemberî vîrûsê ya herî girîng aşîbûn e

ji ber ku varyanta omîkronê bi lez û bez belav dibe, li giştiyê cîhanê hejmara nexweşan zêde dibe. li gorî pisporan ji bo têkoşîna li hemberî koronayê aşîbûn gelek girîng e. li gorî lêkolînekê, doza 3yemîn a aşiyê rêjeya antîkoran 2 qat û nîv zêde dike. 

 Omîkron him li Tirkiyeyê him li cîhanê bû varyanta herî zêde. 

Ji ber ku bi lez û bez belav dibe, hejmara nexweşên koronayê jî gelek zêde dibe. 

Li hemberî vîrûsa koronayê ya herî girîng aşîbûn e. 

Li gorî lêkolînan aşiya 3yemîn rêjeya antîkoran 2 qat û nîv zêde dike. 

Doç. Dr. Ümi̇t Savaşçi: hat tespîtkirin ku li emerîkayê kesên aşiyên wan tam in li gorî kesên din ji sedî 90 kêm dikevin nexweşxaneyan. li gorî lêkolîneke ku li swîsreyê hatiye kirin, kesên aşîbûyî li gorî yên din 48 qat kêmtir kêmtir dimirin. 

Tam aşîbûn ji bo pêvajoya piştî nexweşiyê jî girîng e. 

Di nav kesên aşîbûyî de piştî nexweşiyê sendroma vîrûsê kêmtir e. 

Doç. Dr. Ümi̇t Savaşçi: li gorî lêkolîneke ku li israîlê hat kirin, sendroma kovîdê ya piştî nexweşiyê di nav kesên aşîbûyî de ji sedî 80 kêmtir xwe nîşan dide. lewra piştî nexweşiyê pirsgirêkên dil û gurçikan derdikevin holê. 

Konseya Dermanan a Ewropayê li ser 65 jinên ducanî lêkolînek kir. 

Hat tespîtkirin ku aşiyên mRNA'yê zirarê nadin dayik û pitikan. 

Divê jinên ducanî, kal û pîr aşiyên xwe bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE