Li herêmê çanda civat û şevbihêrkê

Li 18 gundên Midyadê hêj jî ev çand dewam dike...

Li herêmê çanda civat û şevbihêrkê

Civat û şevbihêrk, di çanda kurdan de gelek girîng in. Li 18 gundên Midyada Mêrdînê di nav eşîra zaxûranîyan de hêj jî çanda civat û şevbihêrkan dewam dike.

Di şevên dirêj ên zivistanê de kurmanc şevên xwe bi civat û şevbihêrkan derbas dikin.

Li herêmê hêj jî di nav hin eşîretan de ev çand dewam dike.

Yek ji wan jî eşîreta Zazûraniyan e.

Hêj jî li 18 gundên vê eşîrê çanda civat û şevbirkan didome.

Di şevbihêrkan de welatî li malekê kom dibin û ecînê çêdikin.

Piştî xwarinê welatî heta derengiya şevê him sohbetê dikin, him jî li stranan guhdarî dikin û dibêjin.

Welatiyên van 18 gundan dixwazin ku nifşên nû jî vê çanda Kurdan ji bîr nekin û bidomînin.

Dîroka nûkirinê: 20 Kanûn 2019, 17:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE