Li Kongoyê ji ber şewba ebolayê 496 kes mirin

- Li Komara Demokratîk a Kongoyê (KDK) ji ber şewba ebolayê jimara miriyan gihişt 496 kesan.

Li Kongoyê ji ber şewba ebolayê 496 kes mirin

Li Komara Demokratîk a Kongoyê (KDK) ji ber şewba ebolayê ya ku tîrmeha par destpêkiribû jimara miriyan gihişt 496 kesan. 

Wezareta Tenduristiyê ya KDKyê daxuyanî da û ragihand ku ji dawiya meha tîrmehê vir va ji ber şewba li eyaleta Kîvuya Bakur dest pê kir hejmara kesên agirê wan dertê û xwîn diavêje gihîşt 894 kesî.

Hat tespîtkirin vîrûsa ebolayê ji wan kesan bi 829 kesan geriyaye.

Ji ber nexweşiyê ji wan hin kesên din jî mirin û bi vî awayî hejmara kesên ji ber nexweşiya ebolayê mirin jî gihîşt 496 kesî.

Dermankirina 31 kesan jî hê dewam dike û 302 kes jî ji nexweşiyê xilas bûn û niha rewşa wan baş e. 

Ji hêla din va di çarçoveya kampanyaya aşiyê ya 8ê tebaxê dest pê kir vir da jî bi tevahî derzî li 85 hezar û 226 kesan hat xistin.

Ebola cara ewil di sala 1976an da li KDKyê derketibû meydanê û di sala 2013an da li Efrîkaya Rojava belav bûbû.

Di navbera salên 2014-2017an da li Gîne, Lîberya û Sîerra Leoneyê vîrûsa ebolayê bi 30 hezar kesî geriyabû û ji 11 hezarî zêdetir kes ji ber vê nexweşiyê miribûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE