Li Rojhilatê rewşa hewayê

Li 4 bajarên Rojhilatê Anadoluyê bişev germa hewayê ket binê sifrê

Li Rojhilatê rewşa hewayê

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bişev germa hewayê li Erzirom, Qers, Agirî û Erdexanê ket binê sifirê.

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrsayî be.

Li gor texmînê li herêmê germa hewayê wê li gor şert û mercên demsalê be.

Li herêmê bişev germa hewayê ya herî kêm li Îdirê 3, li Erzincanê 2, di binê sifirê da li Agirî û Erdexanê 4, li Erzirom û Qersê 3 pile hat pîvan.

Li Goleya navçeya Erdexanê jî germa hewayê di binê sifirê da 9 pile hat pîvan û li herêmê wargeha herî sar ev der e.

Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Erzincanê 14, li Îdirê 13, li Agiriyê 10, li Qers û Erziromê 9, li Erdexanê jî 8 pile tê payîn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE