Li ser sînorê Van û Îranê tevdîrên ewlehiyê berfirehtir bûn

Li ser sînorê Wan û Îranê dijî koçberên bêdestûr tevdîrên ewlehiyê gelek berfireh tên dîtin

Li ser sînorê Van û Îranê tevdîrên ewlehiyê berfirehtir bûn

Li ser sînorê Tirkiye û Îranê dijî koçberên bêdestûr, qaçaxçîtî û rêlibergirtina derbasbûna terorîstan tevdîrên ewlehiyê gelek berfireh tên dîtin.

Li Wana ku sînorê herî dirêj ê di navbera Tirkiye û Îranê da ye hêzên ewlehiyê dewriyeyê digerin û her tim sînor kontrol dikin.

Bi wesayîtên bêmirov, dûrbînên şev baş dibînîn û kuleyên optîk va sînor tê raçavkirin, dijî çalakiyên dereqanûnî heman midaxale tê kirin.

Qomando, cendirme, polêsên tevgera taybet û gundparêz li ser sînor, ekîbên Fermandariya Ewlehiya Qeraxê jî bi keştî û botan va li Gola Wanê ji bo rêlibergirtina koça bêdestûr, qaçaxçîtî û terorîstan dixebitin.

40 kîlomêtro dîwar temam bû û 233 kîlomêtro xendek hat kolandin

Li ser sînor ji çêkirina înşaeta dîwarê 295 kîlomêtroyî jê 40 kîlomêtro temam bû, 233 kîlomêtro xendek hat kolandin.

Çêkirina dîwarê ewlehiyê bilez dewam dike, ji bo rahihandin û raçavkirinê jî çêkirina 173 kuleyên optîk temam bû.

Li sînor 22 eraziyên mayîn lê hene hatin paqijkirin, ji bo çêkirina dîwar biewle dewam bike hêzên ewlehiyê mayînên din jî paqij dikin.

Bi saya van tevdîran îsal rê li ber 47 hezar û 403 koçbran hat girtin ku ew ji sînor derbas bibin. Li tevahiya bajêr jî 6 hezar û 805 koçber hatin girtin û teslîmî Navenda Paşveşandinê ya Îdareya Koçê ya Bajêr hatin kirin.

Ji 887 kesên organîzatoriya qaçaxan dikin jî jê 297 kes hatin girtin.

Hêzên ewlehiyê dest dan 368 wesayîtan û 166 avahiyên kevn ên ku koçber lê dimînin jî hatin hilweşandin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE