Li Siirtê çend heb navendên piştgiriya malbatan hene. li van navendan kursên xwendin û nivîsandinê hatine vekirin. jinên bajêr jî tên van kursan û xwendin û nivîsandinê hîn dibin.
Li bajarê Siirtê di bin banê Weqfa Alîkarî û Piştevaniya Civakî de navendên piştgiriya malbatan hatine vekirin.
Li Navenda Piştgiriya Malbatan ji bo jinan gelek kurs tên dayîn
Ji van kursan yek jî kursa xwendin û nivîsandinê ye.
Jinên ku beriya vê neçûne dibistanê tên kursê û ji bo ku hînî xwendinê bibin hewl didin.
Li bajêr 3 heb navend hene û bi tevahî 300 jin diçin van kursan û hînî xwendinê dibin.