Li Şirnexê 3 kesên ku bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketibûn, piştî tedawiyê ji nexweşiyê filîtin û ji nexweşxaneyê derketin.
Testa Ramazan Alkan (78), Ramazan Tuncay (71) û eskerekî muwazaf ên ji ber bêhnstendinê pirsgirêk dikişandin, agirê wan zêde bû û dikuxiyan pozîtîf derketibû.
Nexweşên li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê 15 rojan tedawî dîtin baş bûn.
Doxtor û hemşîreyan çepik lê dan û ew bi rê kirin ku ew herin malên xwe.
Nexweşan jî bi çepikan va bersiv dan xebatkarên tenduristiyê.
AA