3 nexweşxên 79, 80 û 87 salî yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê testa wan a Kovîd-19ê pozîtîf derketin îro gihîştin sihetê.
Doxtor Osman Ozudogru daxuyanî da û diyar kir ku dermankirina 3 nexweşên 79, 80 û 87 salî hat temamkirin û wiha pê da çû:
"Ev kesan nexweşên diyabet, hîpertansiyon û dil bûn û di koma rîska wê zêde da cî digirtin. Dermankirina wan gelekî zor bû. Şikur ji Xwedê ra hersê nexweşên me jî piştî dermankirinê rind bûn."
Nexweşên bi çepikan hatin oxirkirin bi Kurmancî dia kirin û ji xebatkarên tenduristiyê ra sipas kirin.
AA