Li Sêrtê çalakiyên hefteya losemiyê

Ji bo piştgiriya nexweşên losemiyê maske dan ber devê xwe

Li Sêrtê çalakiyên hefteya losemiyê

Nexweşiya xwînspîbûnê yan jî losemî her sal dibe sedema mirina gelek kesan. Ji bo ku kêfa nexweşan xweş bibe, her sal hefteya losemiyê tê pîrozkirin. Ji bo wan çalakiyan, em ê berê xwe bidin Sêrtê...

Di hefteya losemiyê de hewl dan dilê nexweşan geş bikin.

Li Sêrtê ji bo ku nexweş kêfxweş bibin, gelek merivan maske dan ber devê xwe.

Xebatkarên navenda piştgiriya malbatî û kursiyeran, maskeyên xwe seranserê rojê qet dernexistin.

Pişt re heman kom çû serdana malbatên nexweşên losemîyê. Herwiha TIRa piştgiriyê jî çû Sêrtê. Di TIRê de alîkariyên ji bo malbata losemiyê hebûn.

Dîroka nûkirinê: 06 Mijdar 2018, 17:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE