Li Tirkiyeyê bi 3 milyon û 500 hezar kesî ra vîrusa Hepatît Byê heye

Dîrektoriya Abdî Îbrahîm a Şirketa Dermanan: "Li gor xebata ku ji hêla Komeleya Kezebê ya Tirkiyeyê hat kirin, li welêt bi 3 milyon û 500 hezar kesî ra vîrusa Hepatît Byê heye"

Li Tirkiyeyê bi 3 milyon û 500 hezar kesî ra vîrusa Hepatît Byê heye

Li gor daxuyaniya ku ji Dîrektoriya Abdî Îbrahîm a Şirketa Dermanan hat dayîn li Tirkiyeyê bi 3 milyon û 500 hezar kesî ra vîrusa Hepatît Byê heye.

Dîrektoriya Abdî Îbrahîm a Şirketa Dermanan îro di çarçoveya Roja Hepatît Byê ya Dinyayê da daxuyaniyek weşand. 

Di daxuyaniyê da hat gotin ku li dinyayê bi 325 milyon kesî ra vîrusa Hepatît B û Cyê heye û ji ber van nexweşiyan her sal milyonek û 400 hezar kes dimire. 

Di daxuyaniyê da hat gotin ev vîrus bi navê A, B, B, C, D, E wekî cureyên cuda tên dîtin û wiha berdewam kir:

"Sedema nexweşiyên kronîk ya kezebê, ya sîrozê û qansera kezebê piranî ev hepatît in. Tirkiye li dinyayê di warê vê nexweşiyan de di nav welatên nîvekê de ye. Li gor xebata ku ji hêla Komeleya Kezebê ya Tirkiyeyê hat kirin, li Tirkiyeyê bi 3 milyon û 500 hezar kesî ra vîrusa Hepatît Byê heye. Vîrus bi giştî ji xwînê derbas dibe. Dîsa dibe ku ji ber têkiliya cinsî ya bêparêz, bikaranîn kêrên tiraşê yên kevin, bikaranîna meqesên neynikan, emeliyatên ku bêpaqij tên kirin û bi deqçêkirinê jî derbasî merivan bibe."  

Dîroka nûkirinê: 28 Tîrmeh 2019, 18:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE