Li Tirkiyeyê tabloya rojane ya koronavirusê

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 44 hezar û 869 testên Kovîd-19ê pozîtîf derketin, 160 kes mirin

Li Tirkiyeyê tabloya rojane ya koronavirusê

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 368 hezar û 913 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 44 hezar û 869 pozîtîf derketin, 160 kes mirin.

Wezareta Tenduristiyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr" parvekir.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawîn de 368 hezar û 913 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 44 hezar û 869 kes pozîtîf derketin, 160 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 27 hezar û 492 ye.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 91,77 a doza duyem jî weke 83,26 hat tomarkirin.

Li Tirkiyeyê heta nuha 132 milyon û 897 hezar û 714 doz aşî hatiye kirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE