Li Turkiyeyê 220 hezar û 546 kes ji Kovîd-19ê baş bûn

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 1040 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 220 hezar û 546an.

Li Turkiyeyê 220 hezar û 546 kes ji Kovîd-19ê baş bûn

Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1153 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, 14 kesan canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Turkiyeyê " ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 54 hezar û 494 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 5 milyon û 81 hezar û 802yan.

Di 24 saetên dawîn de 1153 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 237 hezar û 265an. 14 kesên din canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 5 hezar û 798an.

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 1040 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 220 hezar û 546an.

Hejmara nexweşên giran 580, rêjeya nexweşên zaturre di nava wan de ji sedî 8,3 ye.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Hejmara nexweşên me yên nû û ya nexweşên giran, rêjeya nexweşên me yên zaturre bi hinek ferqan ji duh hindiktir e. Ti daneyeke ji van ji bo sibe yan ji bo heftiyeke din di warê encaman de garantiyê pêşkêş nakin. Tenê tedbîr dikarin bibin sedema nûçeyên baş."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE