Wezîrê Tendirustiyê Fahrettin Koca ragihand ji ber cureya nû vîrusa koronayê (Kovîd-19) 16 kesên din canê xwe ji dest dane û hejmara kesên ku heta îro ji ber vê nexweşiyê mirine gihiştiye 75an.
Wezîr Koca di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê Twitterê got, "Hejmara testên ku me kirin duh 5 hezar û 35 bû. Îro me 7 hezar û 286 test kirin. Wate 1196 teşxîsên nû hatin danîn. 16 nexweşên me mirin. Tevî vê hejmara miriyên me gihişt 75an, hejmara pêketiyan gihişt 3 hezar û 629an. Ez bi isarar ji bo pabendbûna rênimayan bangawaziyê li we dikim."
AA