"Li Türkiyeyê heta niha vîrusa koronayê nehat tespîtkirin"

Wezîr Koca daxuyand li Türkiyeyê heta niha vîrusa koronayê nehat tespîtkirin.

"Li Türkiyeyê heta niha vîrusa koronayê nehat tespîtkirin"

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca daxuyand li Türkiyeyê heta niha vîrusa koronayê nehat tespîtkirin.

Wezîrê Tenduristiyê Koca (Şewba vîrusa koronayê) Dixwazim bibêjim pirsgirêk kurewî ye, lê têkoşîna me neteweyî ye.

Wezîr Koca: "Niha heke vîrus bê welatê me îxtimaleke mezin ewê bi kesên ji dervayî welêt tên va bê."

Koca: "(Vîrusa Koronayê) Alîkariyeke ku em ji welatekî din hildin tune. Wek Tirkiye em ji wan welatan yek in ku dikarin alîkariyê bikin."

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca: "Ez dixwazim ji welatiyên me yên bi taybetî li Ewropayê dijîn ra bibêjim heta ew mecbur nemînin bila ji malên xwe dernekevin. Heke derkevin jî bila maskeyan bidin ber devê xwe. Dema şopên nexweşiyê çêbûn jî bila serî li saziyên tenduristiyê bidin."

Wezîrê Tenduristiyê Koca: "(Vîrusa koronayê) Li welatê me dibe ku bê dîtin, lê rê li ber belavbûna wê girtin di destê me da ye."

AA

Dîroka nûkirinê: 12 Adar 2020, 17:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE