Li Türkiyeyê Tabloya Rojane ya Koronavîrusê

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 304 hezar û 492 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 55 hezar û 941 kes pozîtîf derketin, hejmara pêketiyan gihişt 3 milyon û 689 hezar 866an. 

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Türkiyeyê , li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 304 hezar û 492 test hatin kirin, testa 55 hezar û 941 kesan pozîtîf derket û hejmara testan bi giştî bû 40 milyon û 689 hezar û 742.

Îro 258 kesan canê xwe ji dest da û hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê bû 33 hezar û 201.

Nexweşên giran bûn 2 hezar û 615, 37 hezar û 914 kes dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 3 milyon 232 hezar û 892.

Li gorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 3,1 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 55,7 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran ji sedî 66,5 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê ji sedî 33, ye. Têkra dema tesbîta temasdaran 9 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE