Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 218 hezar û 683 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 11 hezar û 553 kes pozîtîf derketin, 233 kesan canê xwe ji dest da.
Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Türkiyeyê , li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.
Li gorî daneyên rojane îro 218 hezar û 683 test hatin kirin, testa 11 hezar û 553 kesan pozîtîf derket, 223 kesan canê xwe ji dest da, hejmara nexweşan bû 923.
Hejmara nexweşên giran bû 2 hezar û 162. Di 24 saetên dawîn de 9 hezar û 271 kes dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 4 milyon 980 hezar û 516.
Hejmara testan gihişt 51 milyon û 512 hezar û 691, hejmara pêketiyan bû 5 milyon û 151 hezar û 38, hejmara miriyan bû 45 hezar û 419.
Li gorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 3,2 ye. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 45,5 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran ji sedî 62.5 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê ji sedî 30,7 e. Têkra dema tesbîta temasdaran 8 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.
AA