Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 457 hezar û 885 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 110 hezar û 682 pozîtîf derketin 217 kesan canê xwe ji dest da.
Wezareta Tenduristiyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr" parvekir.
Li gorî tabloyê di 24 saetên dawîn de 457 hezar û 885 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 110 hezar û 682 pozîtîf derketin 217 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 86 hezar û 671 e.
Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 92,56 a doza duyem jî weke 84,49 hat tomarkirin.
Li Türkiyeyê heta nuha 142 milyon û 348 hezar û 958 doz aşî hatiye kirin.
10 wîlayetên ku li ser asta nifûsa ji 18 salan mezintir rêjeya derzîlêdana herdu dozan li wan herî zêde ye; Osmaniye, Ordu, Amasya, Mugla, Kirklareli, Çanakkale, Eskîşehir, Balîkesîr, Zonguldak û Manîsa ne.
10 wîlayetên ku li ser asta nifûsa ji 18 salan mezintir rêjeya derzîlêdana herdu dozan li wan herî kêm e; Şanliurfa, Batman, Sêrt, Diyarbekir, Bingol, Mûş, Mêrdîn, Bidlîs, Agirî û Elazîz in.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê Twitterê de got, "Cara yekem duhê hejmara pêketinên rojane derket ser 100 hezarî. Wateya hejmareke weke 100 hezarî weke ya beriya nuha bi 6 mehan yan salekê nîn e. Pêketin exlebe Omîcron in û nexweşiyê sivik derbas dibe. Bi pabendiya rênimayan şexsî û derzîlêdanê emê vê tablıyê li dû xwe bihêlin."AA