Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 412 hezar û 352 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 87 hezar û 934 pozîtîf derketin 201 kesan canê xwe ji dest da.
Wezareta Tenduristiyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr" parvekir.
Li gorî tabloyê di 24 saetên dawîn de 412 hezar û 352 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 87 hezar û 934 pozîtîf derketin 201 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 76 hezar û 552 ye.
Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 92,62 a doza duyem jî weke 84,60 hat tomarkirin.
Li Türkiyeyê heta nuha 142 milyon û 910 hezar û 46 doz aşî hatiye kirin.
10 wîlayetên ku li ser asta nifûsa ji 18 salan mezintir rêjeya derzîlêdana herdu dozan li wan herî zêde ye; Osmaniye, Ordu, Amasya, Mugla, Kirklareli, Çanakkale, Eskîşehir, Balîkesîr, Zonguldak û Manîsa ne.
10 wîlayetên ku li ser asta nifûsa ji 18 salan mezintir rêjeya derzîlêdana herdu dozan li wan herî kêm e; Şanliurfa, Batman, Sêrt, Diyarbekir, Bingol, Mûş, Mêrdîn, Bidlîs, Agirî û Elazîz in.AA