Li Türkiyeyê tabloya Rojane ya Koronavîrusê

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 61 hezar û 764 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin, 221 kes mirin

Li Türkiyeyê tabloya Rojane ya Koronavîrusê

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 421 hezar û 855 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 61 hezar û 764 pozîtîf derketin 221 kesan canê xwe ji dest da.

Wezareta Tenduristiyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr" parvekir.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawîn de 421 hezar û 855 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 61 hezar û 764 pozîtîf derketin 221 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 85 hezar û 552 ye.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 92,91 a doza duyem jî weke 85,05 hat tomarkirin.

Li Türkiyeyê heta nuha 145 milyon û 503 hezar û 292 doz aşî hatiye kirin.

10 wîlayetên ku li ser asta nifûsa ji 18 salan mezintir rêjeya derzîlêdana herdu dozan li wan herî zêde ye; Osmaniye, Ordu, Amasya, Mugla, Kirklareli, Çanakkale, Eskîşehir, Balîkesîr, Zonguldak û Manîsa ne.

10 wîlayetên ku li ser asta nifûsa ji 18 salan mezintir rêjeya derzîlêdana herdu dozan li wan herî kêm e; Şanliurfa, Batman, Sêrt, Diyarbekir, Bingol, Mûş, Mêrdîn, Bidlîs, Agirî û Elazîz in.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE