Li Türkiyeyê Tabloya Rojane ya Koronavîrusê

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 49 hezar û 584 kes pozîtîf derketin, 211 kes mirin

Li Türkiyeyê Tabloya Rojane ya Koronavîrusê

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 271 hezar û 547 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 49 hezar û 584 kes pozîtîf derketin, hejmara pêketiyan gihişt 3 milyon û 579 hezar 185an. 

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Türkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 271 hezar û 547 test hatin kirin, testa 49 hezar û 584 kesan pozîtîf derket û hejmara testan bi giştî bû 40 milyon û 83 hezar û 142.

Îro 211 kesan canê xwe ji dest da û hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê bû 32 hezar û 667.

Nexweşên giran bûn 2 hezar û 477, 28 hezar û 498 kes dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 3 milyon 159 hezar û 475.

Li gorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 3,1 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 55,7 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran ji sedî 66,5 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê ji sedî 33, ye. Têkra dema tesbîta temasdaran 9 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE