Li Vanê tevdîrên ji bo koronavîrûsê

Piştî ku li Îranê 2 kes ji ber koronavîrûsê mirin, li Vanê tevdîr tên girtin...

Li Vanê tevdîrên ji bo koronavîrûsê

Pıştî ku li îranê jî koronavîrûs derket, Türkiye li Vanê li deriyê sînor ê Kapıköyê tevdîrên xwe zêdetir dike.

Li bajarê Qomê yê Îranê 2 kes ji ber koronavîrûsê mirin.

Ji ber vê jî ji bo li deriyên sînor ên bi Îranê re tevdîr bên girtin biryar hat dayîn.

Bi serokatiya Waliyê Vanê Mehmet Emîn Bîlmez, civînek hat lidarxistin.

Di civînê de biryar hat dayîn ku li Deriyê Sînor yê Kapıköyê kameraya termal bê bicihkirin û odeyeke taybet bê avakirin.

Turîstên ji Îranê tên herî zêde ji Deriyê Kapıköyê derbasî Tirkiyê dibin.

Her wiha personelên gumrikê jî wê derbarê koronavîrûsê de perwerde bibin.

Ji bo tevdîrê jî wê bi maske û ekîpmanên taybet bişixulin.

Li ser deriyê Gumrikê yê Kapıköyê jî wê bi zimanên Tirkî, Farsî û Îngilizî afîşên agahdarkiriê bên daleqandin.

Ji bo çûnûhatina ji Îranê bê sînorkirin jî çav li fikr û biryara wezaretê ne.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE