Li Wanê emeliyateke girîng hat kirin

Bi emeliyatê piyekî wê 7 santîm hat dirêjkirin...

Li Wanê emeliyateke girîng hat kirin

Li Wanê emeliyateke girîng hat kirin. Hediye Elmasa 54 salî ku ji xwedêda piyekî wê kin e, pi saya emeliyatê 7 santîman hat dirêjkirin. Doktorên ku emeliyata wê kirin dibêjin: “nexweşa me wê piştî 4 mehan bi rehetî û bê pirsgirêk bimeşe.”

Ji xwedêda piyekî wê ji piyê din kintir bû.

Ji ber vê, heta 24 saliya xwe gelek zehmetî kişand.

Ji bo şifayê bibîne bi salan çû cem gelek doktoran.

Herî dawî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Wanê gihaşt hawara wê.

Pisporê Ortopediyê Op. Dr. Mehmet Coşkun got, ‘’Ev 2 sal û nîv in em Hediyeyê nas dikin. Ji xwedêda piyekî wê 7 santîman kin bû.

Doktorên nexweşxaneyê piştî 3 emeliyatên serkeftî piyê wê yê kin bi qasî 7 santîman dirêj kirin.

Serbijîkê Nexweşxaneyê Doç. Dr. Sebahattin Çelik dibêje: “Li herêmê cara ewil emeliyateke wisa tê kirin. Ev jî ji bo nexweşnaeya me serkeftineke mezin e.”

Dîroka nûkirinê: 21 Mijdar 2019, 17:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE