Li zozanan lêkolîna tenduristiyê kirin

Ekîbên Midûriya Tenduristiyê li zozanan lêkolîna tenduristiyê kirin

Li zozanan lêkolîna tenduristiyê kirin

Li Mûşê, Ekîbên Navenda Tenduristiya Dev û Diranan û Navenda Tenduristiya Gel çûn gundan û lêkolîna tenduristiyê kirin.

Ekîb bi wesayîda mobîl a diranan çûn zozanan jî. Tansiyon û şekirê xwînê yên gundiyan kontrol kirin.

Ekîba ku ji 3 doxtor û 3 hemşireyan pêk dihat jî li diranên zarokan nêr. Firçe û macun li zarokan belav kirin.

Navenda Tenduristiya Dev û Diranan a Mûşê di sala 2018an de bi fealiyetên xwe li Tirkiyê bûbû duyemîn.

Dîroka nûkirinê: 23 Tebax 2019, 17:01
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE