Lîsteya dermanên ku SGK heqê wan dide

62 dermanên din jî ketin nav lîsteya îadekirinê

Lîsteya dermanên ku SGK heqê wan dide

Lijneya Ewlehiya civakî 62 dermanên din jî daxîlî wê lîsteyê kir ku SGK heqê wan dide. Di nav lîsteyê de dermanên qelb, koah, hîv, parkînson, alzaymir û ûlserê jî hene. Her wiha 4 dermanên nû jî tevlî lîsteyê kirin ku beriya vê dermanên wekî van tune bûn.

Qelb, KOAH, HIV, Parkînson, Alzheîmer û Ûlser.

Êdî heqê dermanên ku di tedawiya van nexweşiyan de tên bikaranîn jî ji aliyê dewletê bên dayîn.

62 derman ketin nav lîsteya îadekirinê ya Lijneya Ewlehiya Civakî.

Di nav lîsteyê de 4 derman hene ku beriya vê emsalên wan tune bûn.

Her wiha 58 dermanên ku beriya vê emsalê wan hebûn jî di lîsteyê de ne.

Tê plankirin kesên sîgorteyî bi rehetî bigihêjin dermanan û derman di tedawiya wan de bên bikaranîn.

Dermanên ku ji bo tadawiya nexweşiyên KOAH, HÎV, Parkînson, Alzaymir, nexweşiyên hilmijê û ûlserê tên bikaranîn jî tevlî lîsteya îadekirinê hatin kirin.

Her wiha dermanên antîbakteriyel, qelb û vîtamîn jî di lîsteyê de cih girtin.

Di lîsteya îadekirinê de 58 derman xwemalî, 4 jî îthal in.

Bi vî awayî SGK li navwelêt wê bedela 8 hezar û 467 dermanan bide.

Bi taybetî ji bo ku dermanên ku emsalê wan hene ketin nav lîsteyê, tê texmînkirin salê 6 milyon lîre teserûf bê kirin.

Dîroka nûkirinê: 14 Mijdar 2018, 16:06
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE