Fatma Ürün, ji Uludereya Şirnakê ye. Ew mehfûr, kîlim, çente û cil û bergên herêmî çêdike û difroşe. Ji ber şewba koronayê kar û bar kêmtir bûne. Wê jî berhemên xwe li ber xaniyê xwe raxistine û li wir difroşe.
Fatma Ürün ji Uludereya Şirnakê ye. Ew xalîçe, kîlim, çente û cil û bergên herêmî çêdike û difroşe.
Ji ber şewbê kar û barên Fatima Xanimê kêmtir bûne. Wê jî biryar da ku berhemên xwe li mala xwe bifroşe.
Kesên ku ji taxê derbas dibin, dema ku cil û bergên herêmî dibînin meraq dikin û dikirin.
Fatima Xanim li ser înternetê berhemên xwe bar dike û bi vî awayî jî xwe digihîne mişteriyan.
Jina jêhatî, bi keda xwe him pere qezenc dike him jî danasîna berhemên bajarê xwe dike.