Malbata neçar ji sendroma marfanê dikişîne

Malbata Batmanî ji bo tedawiya zarokên xwe alîkariyê dixwaze...

Malbata neçar ji sendroma marfanê dikişîne

Malbata Yilmaz ku li Batmanê dijî, ji ber nexweşiya “sendroma marfanê” mexdûr e. Heta niha 2 zarokên wan ji ber vê sendromê mirine, 2 zarokên wan jî li nexweşxaneyê tedawî dibin. Malbat ji bo tedawiya zarokên xwe him ji Serok Erdoğan him jî ji xwedanxêran alîkariyê dixwaze.

Sendroma Marfanê, nexweşiyeke wisa ye ku zûbizû eşkere nabe. Sal çiqas pêşve biçe, tesîr û elametên wê jî ewqas derdikevin holê.

Malbata Yılmaz ku li Batmanê dijî jî, bi salan e, ji vê nexweşiyê dikişîne. Lewra heta niha 2 zarokên wan ji ber vê sendromê jiyana xwe ji dest dane.

2 zarokên malbatê jî bi vê nexweşiyê ketine û li nexweşneyê tên tedawîkirin.

Malbat di serî der serok Erdoğan ji hemû xwedanxêran alîkariyê dixwaze.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE