MEB mehê dê 2 milyon maskeyên cerahî çêke

Alîkarê Wezîrê MEBê Mahmut Ozer"Hilberîna ceribînê temam bû. Di kurtedemekê da maskeyên ewil hatin çêkirin. Ji bo dabînkirina pêwîstiyê, me hejmara lîseyên me yên pîşeyî yên ku dikarin hilberînê bikin derxist 50yan"

MEB mehê dê 2 milyon maskeyên cerahî çêke

Alîkarê Wezîrê Perwerdeya Neteweyî (MEB) Mahmut Ozer ragihand ku lîseyên pîşeyî di çarçoveya tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da dê bikaribin mehê 2 milyon maskeyên cerahî çêkin.

MEBa ku di çarçoveya tedbîrên vîrusa koronayê da dest bi çêkirina maskeyan kir, kapasîteya xwe ya hilberînê zêde kir. MEBê herwiha ji bo vê yekê li 37 dibistanên li 21 parêzgehan veberhênanên xwe kiribûn.

Maskeyên ewil hatin çêkirin û di kurtedemekê da bi qasî 100 hezarî maskeyên cerahî hatin çêkirin. Wezaretê hejmara Lîseyên Pîşeyî û Teknîkî yên Anadoluyê ku maskeyên cerahî çêdikin, derxist 50yan. Di vê çarçoveyê da MEB dixwaze mehê 2 milyon maske çêke.

Dibistanên pîşeyî yên perwerdeya taybet jî beşdarî dibistanên ku maskeyên cerahî çêdikin bûn. Di vê çarçoyê da Dibistana Pîşeyî ya Perwerdeya Taybet a Îstanbul Silivri Abdullah Bilgingulluoglu, Dibistana Pîşeyî ya Perwerdeya Taybet a Bursa Mehmet Torun û Dibistana Pîşeyî ya Perwerdeya Taybet a Bursa Haci Mehmet Zorlu jî tevlî dibistanên ku maskeyên cerahî çêdikin bûn.

Alîkarê Wezîrê MEBê Mahmut Ozer di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ji bo çêkirina maskeyên cerahî wan ji bo 37 lîseyên pîşeyî veberhênanên binesaziyê kirin û van hemû dibistanan dest bi hilberînê kirin.

Ozer bal kişand ku ji dibistanên hilbijartî her roj xeberên xweş tên û wiha dewam kir, "Hilberîna ceribînê temam bû. Di kurtedemekê da maskeyên ewil hatin çêkirin. Ji bo dabînkirina pêwîstiyê, me hejmara lîseyên me yên pîşeyî yên ku dikarin hilberînê bikin derxist 50yan. Sê dibistanên me yên pîşeyî yên perwerdeya taybet jî xwestin hilberînê bikin û me ew jî tevlî 50 dibistanan kirin. Me kapasîteya xwe ya hilberînê hesiband. Em mehê dikarin qedera 2 milyon maskeyên cerahî çêkin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE