Merasîma Hîmdanînê Ya AMATEM’ê

Li Wanê înşeata Navenda Tedawiya Eraq û Tiryakkêşan dest pê kir.

Merasîma Hîmdanînê Ya AMATEM’ê

Wezareta Tendûristiyê ji bo tedawiya tiryakkêşan wê li Wanê nexweşxaneyeke taybet ava bike. Înşeata nexweşxanê bi merasîmê dest pê kir.

Li Wan û bajarên derdorê, tiryakkêş ji bo tedawiyê diçûn Elezîz an jî bajarên din ên herêmê.

Wezareta Tendûristiyê ji bo ku nexweş neçin dûr wê li Wanê Navenda Tedawiya Eraq û Tiryakkêşan –AMATEM’ê ava bike.

Waliyê Vanê û Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin ê Vanê Mehmet Emin Bilmez got ” Fîrmaya înşeatê wê di nav salekê de navendê ava bike. Ev der ne bi tenê nexweşxane ye, ev der cihê perwerdeyê ye jî. Em navenda tedawiyê li ser rê, li derveyî bajêr çêdikin ku ji bajarên din jî werin û wek tesîsekê were bikaranîn. “

Înşeata navenda tedawiyê, bi merasîmekê dest pê kir.

Bi saya navendên bi vî rengî, pirsgirêka tiryakê ya di nav gel de wê her roj kêmtir bibe.

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2019, 17:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE