Nasnameyên jibîrkirî yên li nexweşxaneyê

Bi sedan welatiyan nasnameyên xwe li nexweşxaneyê jibîr kirin...

Nasnameyên jibîrkirî yên li nexweşxaneyê

Li Nexweşxaneya Fakulteyê ya Wanê her roj bi hezaran kes tên dermankirin. Ji ber kar û barên xwe yên li nexweşxaneyê, her roj gelek kes nasnameyên xwe li nexweşxaneyê ji bîr dikin. Niha bi sedan nasname li benda xwediyên xwe ne.

Her roj bi hezaran kes ji bo dermankirinê diçin nexweşxaneya fakulteyê ya Wanê.

Hin hemwelatiyên ku tên nexweşxaneyê dema qeyda xwe çêdikin nasnameyên xwe li wir ji bîr dikin.

Tenê li vê nexweşxaneyê niha bi sedan nasname hene ku li benda xwediyê xwe ne.

Rêvebiriya nexweşxaneyê nasnameyên hatine jibîrkirin veşartine û li benda xwediyê wan e.

Kesên ku nasnameyên xwe li nexweşxaneyan hiştibin heya 3 mehan dikarin serî li îdareya nexweşxaneyê bidin. Piştî 3 mehan jî nasnameyên hatine windakirin wê bişînin Midûriyeta Nifûsê.

Dîroka nûkirinê: 20 Kanûn 2018, 17:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE