Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca diyar kir ku welatiyê li Nexweşxaneya Dewletê ya Rîzeyê hildabûn bin kontrolê bi koronavîrusê neketiye bi arsima demsalê ketiye û ew ê îro were taburcîkirin.
Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û destnîşan kir ku testên kesê li Nexweşxaneya Dewletê ya Rîzeyê hildabûn bin kontrolê hatin temamkirin.
Koca wiha got: "Di nimuneyên li Laboratuvara Vîrolojî ya Neteweyî ya Ankarayê hatin kontrolkirin da hat dîtin ku nexweş bi koronavîrusê neketiye bi arsima demsalê ketiye. Nexweşê me ew ê îro were taburcîkirin."
AA