Nexweşê ku ji mehdeya wî 233 perçe derketin, qenc bû

Nexweşê ku ji mehdeya wî 233 perçe derketin, qenc bû

Li Wanê ciwanê 35 salî ji ber êşa zikê xwe çû nexweşxaneyê û ji mehdeya wî 83 pereyên hesin ê 1 lireyê, pîl, miqnetîz, bizmar, perçeyên caman, kevir û vîde, bi tevahî 233 tişt hatin derxistin.

Z.Dyê ku li navçeya Îpekyoluyê dijî, li gor gotinê pirsgirêkên wî yên derûnî hene. Eqrebayên wî ew bir Navenda Tibê ya Dursun Odabaş a Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê.

Ultrason û fîlma nexweş hat kişandin û hat tesbîtkirin ku di mehdeya wî da gelek perçe hene.

Li ser vê Z.D li Serwîsa Cerrahiya Giştî hat emeliyetkirin û ji mehdeya wî 233 perçe hatin derxistin. Di nav perçeyan da 83 pereyên hesin ê 1 lireyê, pîl, miqnetîz, bizmar, perçeyên caman, kevir û vîde û perçeyên wekî din hene.

Emeliyetê 2 saetan dewam kir û mehdeya nexweş hat paqijkirin û dest bi xwarinê kir. Wê di nava çend rojan da jî bişînin mala wî.

Pisporê Cerrahiya Giştî ya Navenda Tibê ya Dursun Odabaş a Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê Doxtor Serhat Bînîcî ji nûçegihanê AAyê ra got ku di mehdeya nexweş da amûrên madenî û perçeyên keviran hatin tesbîtkirin û wan paşê endoskopî kir.

Bînîcî daxuyand, piştî ku wan perçeyên nava mehdeyê dîtin, wan biryara emeliyatê da û wiha dewam kir:

"Me di emeliyetê da dît ku du bizmaran dîwarê mehdeyê ra çûne û qul kirine. Di roviya qalin da jî du perçe amûrên madenî yên mezinahiya wan ji hev cudatir û du kevir hatin dîtin. Dema me mehdeya wî vekir tê da pîl, miqnetîz, bizmar, pereyê hesin, perçeyên camê û vîde dîtin. Me mehde bi temamî paqij kir. Em di nexweşên bîrewer da rastî tiştekî wisa nayên. Herî zêde di zarokan da em dibînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE