Talûkeya şewba koronayê ya ku bi hezaran kes pê dimrin û nexweş dikevin çiqas diçe belav dibe.
Ji ber vê jî welatî ji bo nexweşiyên xwe yên din naçin nexweşxaneyan.
Hemû pispor balê dikişînin ser tevdîrên xweparastinê û dibêjin hay ji tendurîstiya xwe û derdora xwe hebin.
Pisporê çavan welatiyan hişyar dike û balê dikişîne ser dermankirina çavan…
Pispor dibêjin nexweşiyên çavên xwe taloq nekin..
Ji ber şewbê gelek welatî bi nexweşîyên wekî katarakt,mîyop, astîgmat û hîpermetrobê nahesin,
Dixtor ERZEN dibêje “di pêşerojê de ev yek dibe sedema korbûna mirovan”
Li tevayî Turkiyeyê dixtorên çavan li nexweşxaneyan emeliyatan dikin.
Di bin konrola pisporekî de welatî dikarin dermankirina çavên xwe di nexweşxaneyekê de bikin.
Heke meriv zû bi nexweşiya çavan bihese, dermankirin jî hêsan dibe.