Nexweşên tiryakê bi çîpan tedawî dibin

50 kes bi neqla çîpan ji tiryakê xelas bûn

Nexweşên tiryakê bi çîpan tedawî dibin

Li Türkiyeyê di 5 salên dawî de 3 hezar û 450 kesî ji ber madeyên tiryakê jiyana xwe ji dest da. Bi hezaran ciwan û zarok jî mixabin hînî tiryakê bûne. Fakûlteya Dîcleyê ji bo van nexweşan dest bi tedawiya çîpan kir. Nexweşên tiryakê bi vê tedawiya nû ji tiryakê xelas dibin.

Li Türkiyeyê bi hezaran zarok û ciwan ketinê faqa tiryakê. Bikaranîna madeyên hişbir gihîştiye asteke xeternak û talûke. Gelek malbat di nav tengasiyê de ne û nizanin ê çi bikin.

Ji bo nexweşên tîryakê dev ji madeyên; mîna esrar, eroin, morfîn û ereqê berdin tedawiyeke nû dest pê kir.

Fakûlteya Dîcleyê li herêmê cara ewil dest bi tedawiya çîpê kirin.

Prof.Dr. Abdullah Atlı der heqê tedawiya çîpan de ji TRT Kurdi'yê re axivî.

Kesên hînî tiryakê bûne êdî bi çîpan tên tedawîkirin.Tedawiya çîpan pir hêsane, lê belê li dijî madeyên hişbir pir bandor e.

Mubtelayên narkotîkê di 3 mehan de baş dibin û esrar, eroîn û ereqê terk dikin.

Dê û bavên ku dixwazin zarokên wan ji tiryakê xelas bibin, ji tedawiya çîpan hêvîdar in.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE