Li Diyabekirê Nexweşxaneya Dewletê ya Selaheddîn Eyyubî di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) da ji bo personelên wê bi kar bînin rûpêçan çêdike.
Di kordinasyona Midûriyeta Kalîte Piştgiriyê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Selaheddîn Eyyubî da di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê da ji bo di rewşa derasayî da kêmasiya amûran nekişînin dest bi çêkirina rûpêçan kirin.
Ekîba ji 4 kesan pêk tê ya di rêveberiya Osman Îmîrê Alîkarê Midûrê Nexweşxaneyê da ji bo personelên nexweşxaneyê kêmasiya rûpêçê nekişînin ew ê di rojê da 500 rûpêçî çêbikin.
Îmîr diyar kir ku di mesaiyê da dixebitin û bêyî maliyet rûpêçan çêdikin.
AA