Nexweşxaneya diranan a Hakkariyê

Ji Îran û Iraqê jî nexweş tên bajêr û tedawî dibin...

Nexweşxaneya diranan a Hakkariyê

Li Colemêrgê nexweşxaneya diranan, rojê li 500 nexweşî dinêre. ji îran û iraqê jî nexweş tên vê navenda nû û tedawî dibin. li aliyê din jî li midyata mêrdînê ji bo ku zarok baş li diranên xwe binêrin projeyek hat destpêkirin.

Navenda tenduristiya dev û diranan a Colemêrgê îsal ket xizmetê.

Navend ji 2015an ve dihat çêkirin û bi qasî 7 milyon dolarî mesref lê hatibû kirin.

A niha navend ne tenê li Colemêrgê ji Îran û Iraqê jî nexweşan digire.

Xelkê Colemêrgê bi saya berfirehkirina xebatan êdî her wextê dikare biçe nexweşxaneyê.

Ji bo ku diran werin parastin li Midyata Mêrdînê jî projeyeke cuda dest pê kir.

Li dibistanan bi hevkariya Dilxwazên Perwerdeyê yên Tirkiyeyê li Midyatê perwerdeya parastina diranan hat dayîn.

Bi taybetî mamoste yek bi yek rê û rêbazên parastina diranan nîşanî zarokan dan.

Dîroka nûkirinê: 08 Kanûn 2018, 16:14
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE