"Nexweşxaneya herî mezin a Ewropayê" vebû

Nexweşxaneya Bajêr a Enqereyê ku nexweşxaneya herî mezin a bajêr e, bi merasima ku Serok Recep Tayyîp Erdogan beşdar bûyê va vebû

"Nexweşxaneya herî mezin a Ewropayê" vebû

Nexweşxaneya Bajêr a Enqereyê ku nexweşxaneya herî mezin a bajêr e, bi merasima ku Serok Recep Tayyîp Erdogan beşdar bûyê va vebû. Nexweşxane di heman demê da nexweşxaneya herî mezin a Ewropayê jî.

Nexweşxaneya Bajêr a Enqereyê piştî yên Yozgat, Mêrsin, Îsparta, Edene, Qeyserî, Elezîz, Eskîşehir û Manisayê dest bi xizmetê kir û bi vê nexweşxaneyê va li Tirkiyeyê 9 nexweşxaneyên bajêr ew ê xizmetê bidin. Tê texmînkirin ku dema nexweşxane bi hemû kapasîteya xwe dest bi xizmetê bike ew ê rojê 30 hezar kes jê îstifade bikin.

Nexweşxaneyê di 7ê sibatê da dest bi xizmetê kir û hetanî nika beşên Dil, Cerahiya Tamaran, Nexweşiyên Giştî, Norolijî-Ortopedî, Onkolojiyê hatin vekirin.

Ji destpêkê hetanî îro 104 hezar nexweşên polîklînîkê, 17 hezar kontrolên acil û 2 hezar û 815 emeliyat li nexweşxaneyê hatin kirin. Di nav hefteyê da rojê 7 hezar kes hatin muayenekirin û 600 midaxeleyên acil hatin kirin.

Li nexweşxaneyê 3 hezar û 633 nivîn hene. 586 nivîn li beşa Nexweşiyên Giştî, 470 nivîn li beşa Dil û Tamaran, 506 nivîn li beşa Nexweşiyên Norolojîk û Ortopedîk, 555 nivîn li beşa Nexweşiyên Zarokan, 518 nivîn li beşa Nexweşiyên Jinan û Welidînê, 100 nivîn li beşa Psîkiyatriya Edlî ya Ewlehiya Bilind, 300 nivîn jî li beşa Nexweşiyên Rehebilîtasyon û Tedawiya Fizîkî da hene.

Li Nexweşxaneya Bajêr a Enqereyê 2 hezar û 117 odeyên ku destav û serşokên wan hene û ji bo nexweşiyên girîng hatine amadekirin hene. Wekî mayîn li vê derê 131 emeliyatxaneyên ku hemû amûrên wan hene jî hatine amadekirin.

Li Nexweşxaneyê ji bo nexweşiyên giran 674 unîte hatine amadekirin û hemû parametreyên van unîteyan jî hatine temamkirin.

Wekî mayîn ji bo kemoterapiyê 127 qoltix, ji bo diyalîze 38 nivîn, ji bo dermankirina îyotê 10 nivîn, ji bo şewatê jî 24 nivîn hatine amadekirin.

Laboratuvara herî mezin a Tirkiyeyê li vê nexweşxaneyê hatiye avakirin, hemû xizmet li ser amûrên dijîtal tên parvekirin. Li gor texmînan dema nexweşxane bi hemû kapasîteya xwe dest bi xizmetê bike ew ê rojê 30 hezar kes jê îstifade bikin.

AA

Dîroka nûkirinê: 17 Adar 2019, 14:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE