Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê li benda vekirinê ye

Li nexweşxaneya ku li ser 90 hezar metrekareyê hat çêkirin 810 nivîn hene.

Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê li benda vekirinê ye

Li bajarê Batmanê Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê hat çêkirin. Li nexweşxaneya ku li ser 90 hezar metrekareyê hat çêkirin 810 nivîn hene. Nexweşxane niha li benda vekirinê ye.

Wazereta Tenduristiyê li bajêr ji bo nexweşxaneyeke modern bê avakirin dest bi xebatê kir.

Li bajêr Nexweşxaneyeke Lêkolîn û Perwerdeyê hat çêkirin.

Li nexweşxaneya ku li ser 90 hezar metrekareyê hat çêkirin 810 nivîn, 170 polîklînîk, 18 amelîyatxane û 130 nivînên rewşa giran hene.

Li nexweşxaneyê hemû xebat qediyan û niha li benda vekirinê ye.

Dema nexweşxane vebe wê li nexweşxaneyê 2 hezar û 500 personel bixebitin.

Midûrê Tenduristiyê yê bajêr Hakan Pamukçu derbarê xebatan de axivî:

“Batman wê xizmetê bide bajarên derdorê jî. Bi saya van veberhênanan turîzma tenduristiyê jî wê geş bibe. Êdî nexweş wê sewqî bajarên din nebin. Bi saya van xebatan welatiyên me jî wê memnûn bibin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE