Beriya çend rojan Profesor Doxtor Mehmet Öz daxuyanî da û got; hewce nake ku mirov taştê bixwe. Piştî vê daxuyaniyê gelek însan aciz bûn û bertek nîşanî Profesor Öz dan.
Heta niha pispor û kesên zana li ser girîngiya taştê disekinîn û digotin xwarina herî muhîm taştê ye.
Profesor Doxtor Mihemed Öz çend rojan beriya niha daxuyanî da û got hewce nake ku mirov taştê bixwe.
Li Diyarbekirê li dijî vê daxuyaniyê bertek hat nîşandan. Welatî û esnafên ku taştê amade dikin ji vê aciz bûn.
Li welêt taştêya Vanê navdar e û gelekî tê ecibandin. Xelkê wanê jî aciziya xwe anî ziman û got taştê çanda me ye.
Gelo wê welatî dev ji taştê berdin an jî xwedî li çanda xwe derkevin. Em ê bi hev re bibînin.