Li Sokeya navçeya Aydinê organên welatiyê ku di encama qezaya şixul da mijêyê wî sekinî, ji bo 4 nexweşan bû hêvî.
Hîkmet Unsal (38) ku di fîrmayeke li Herêma Pîşesaziya Organîze ya Sokeyê da dixebite, ji ber ku kepçeya makîneya şixul a ku wî diemiland li xeta giran a ceyranê aliya, birîndar bû. Li ser gaziyê, ekîbên tenduristiyê hatin ciyê bûyerê û midaxale kirin. Piştî midaxaleya ekîban, dilê Unsal ku sekinî bû, cardin avêt.
Lêbelê Unsal li Nexweşxaneya Dewletê ya Soke Fehîme Faîk Kocagozê ku piştî qezayê veguhastibûn vir, bi tenê 7 rojan li ber xwe da û mir.
Pispora anestezî û reanîmasyonê ya nexweşxaneyê Dr. Nazan Çay der heqê bexşandina organan da zanyarî dan malbata Unsal. Piştî ku malbatê biyara bexşandina organan da, ligel Navenda Kordînasyona Neqla Organan a Îzmirê peywendî hat danîn.
Dilê Unsal dê neqlî nexweşê li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Ataturk a Zanîngeha Îzmir Katip Çelebî, gurçikên wî dê neqlî nexweşên li nexweşxaneyên fakulteya tibê ya zanîngehên Ege û Dokuz Eylulê û herwiha kezeba wî jî dê neqlî nexweşê li nexweşxaneya fakulteya tibê ya Zanîngeha Aydin Adnan Menderes bikin.
AA