Li gundê Yankaleya Sîlopiya Şirnexê, ji bo jinên Sûriyeyî perwerdeya mudaxeleya ewil hat dayîn. Bi vê kursê tê xwestin ku di rewşên awarte de jin bikaribin alîkarî bidin.
Mudaxeleya ewil a ji bo şikestina hêstiyan…
Tamponên ji bo sekinandina xwînê…
Û teknîkên ji bo vekirina riya bêhnê…
Ev hemû agahî, bi aweyekî pratîk hat dayîn jinên Sûriyeyî yên ku xwe sipartine gundê Yankaleya Sîlopiyê.
Bi awayî dixwazin ku jin di rewşên awarte de bikaribin mudaxeleya ewil bikin.