Piskilêt ajotin ber bi jiyaneke bisihet

Nêzî 250 piskilêtajo beşdarî çalakiya Heyva Keskê bûn û piskilêt ajotin.

Piskilêt ajotin ber bi jiyaneke bisihet

Komeleya Heyva Kesk, li Diyarbekirê ji bo balê bikişîne ser zerarên tiryakê çalakiyeke ajotina piskilêtan li dar xist. Endamên fedrasyona piskilêtajoyan jî beşdarî vê çalakiyê bûn û nêzî 250 piskilêtajo, ji Dîclekentê heta ber mizgefta hezretî silêman piskilêt ajotin.

Li Diyarbekirê ji bo heyateke bisihet nêzî 250 kesî li nav bajêr bi piskilêtan tûr avêt.

Komeleya Heyva Kesk ev çalakî organîze kir.

Bi sedan piskilêtajoyan, ji Parka 75ê hata ber Mizgefta Hezretî Silêmanê piskilêt ajotin.

Armanca vê çalakiyê ew bû ku mirovan ji tiryakê dûr bixe û sporê bi wan bide hezkirin.

Piskilêtajoyan jî di vê ger û geştê de kêf kir û bal kişand ser jiyaneke bi werziş û sihet.

Komele dê aktîvîteyên xwe yên bi vî rengî bidomîne.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE