Piştî emeliyatê çavên wê hew dîtin

Bavê keçika biçûk ji rayedaran alîkariyê dixwaze ku keça wî sax bibe

Piştî emeliyatê çavên wê hew dîtin

Melîsa Dağına 3 salî nêzî salek berê emeliyetek bû lê piştî wê emeliyetê êdî çavên wê nabînin, dest û lingên wê nagirin. Bavê Melîsayê Hesen Dağın niha dixwaze ku keça wî Melîsa bê dermankirin. Ji bo vê jî bang li xêrxwaz û rayedaran dike.

Melîsa Dağın hêj 3 salî ye.Melîsaya biçûk ji ber nexweşiya xwe emeliyat bû. Lê piştî emeliyata wê, jiyana Melîsayê û malbata wê serobino bû.

Melîsa dema ji emeliyatê derket, çavên wê hew dîtin…Dest û lingên wê cardin negirtin.

Bavê Melîsayê Hesen Dağın ji bo Melîsa bê dermankirin, bangî xêrxwaz û rayedaran dike.

Ji rayedaran dixwaze ku keça wî ya biçûk were dermankirin û tedawîkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE