Li Diyarbakırê pitikekî 7 mehî ku ji qelbê xwe nexweş bû hat emeliyatkirin. piştî emeliyata serkeftî pitik, çavê xwe vekir û hat ser hemdê xwe.
Li Diyarbakırê li ser pitikekî 7 mehî emeliyateke serkeftî hat kirin.
Ûsif Altundaşê 7 mehî ji roja çavê xwe vekiriye ji qelbê xwe nexweş bû. Li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazi Yaşargil hat emeliyatkirin.
Pitikê ku emeliyata wî baş derbas bû, di demeke kurt de çavê xwe vekir û hat ser xwe.
Piştî emeliyata serkeftî malbata Ûsifê biçûk spasî dixtor û rêvebiriya nexweşxaneyê kir.