Pitika nexweş bi firokeya polêsan rakirin nexweşxaneyê

Li Wanê pitika nexweş bi firokeya polêsan rakirin nexweşxaneyeke li Batmanê

Pitika nexweş bi firokeya polêsan rakirin nexweşxaneyê

Li Wanê pitikeke nexweş ya ku hê di hefteya 36an da ji dayik bûbû bi firokeya polêsan rakirin Batmanê. 

Li gor agahiyên ku hatin hildan, Aydan Ozgokçeya pitik li Wanê ji ber nexweşiya bêhnçikbûnê rakirin nexweşxaneyeke taybet. 

Piştî demekê rewşa pitikê giran bû û xwestin rakin bêşa nexweşiya giran. Lê di beşa nexweşiya giran da cî nebû.

Li ser vê bijîşkan û tîmên Acil yên Midûriyeta Tenduristiya Bajêr ji bo beşa nexweşiyên giran li bajêr û derûdorên bajêr dest bi lêkolînê kir. 

Di encama lêkolînê da li Batmanê nexweşxaneyek hat dîtin û tîman ji Midûriyet Ewlehiyê Bajêr ji bo firokeyê alîkarî xwest. 

Midûrê Ewlehiya Bajêr Suat Ekîcî bilez telîmat da û pitik bi firokeya polêsan rakirin Batmanê. 

Aydana pitik li Batmanê li nexweşxaneyeke taybet niha tê dermankirin. 

Dîroka nûkirinê: 06 Tîrmeh 2019, 14:37
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE