Li gor daneyên navbera 5 û 11ê sibatê yên Wezareta Tenduristiyê, di her 100 hezar kesî da jimara pêketiyên Kovîd-19ê li Stenbolê bû 717,58, li Enqereyê bû 1323,97, li Îzmirê bû 1017,38.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nexşeya nexweşiyê parve kir.
Li gor bajaran di 100 hezarî da heftane hejmara kesên bi şewba Kovîd-19ê ketine li Stenbolê bû 717,58, li Enqereyê bû 1323,97, li Îzmirê bû 1017,38.
Hefteya borî (29ê rêbendanê-21ê sibatê) di 100 hezarî da heftane hejmara kesên bi şewba Kovîd-19ê ketibûn li Stenbolê 894,82 bû, li Enqereyê 1279,73 bû û li Îzmirê 1229,37 bû.
Li gor daneyan di 100 hezarî hejmara kesên nexweş ketine li Amasya, Osmaniye, Karaman, Burdur, Adiyeman, Çorum, Kirşehir, Hatay, Kayserî û Samsunê zêde bûn.AA